Polîtîk

Ava çem û rûbarên Kurdistanê kêm bûye

Berpirseke Wezareta Çandin û Çavkaniyên Ava Kurdistanê ragihand ji niha ve rêjeya ava çem û rûbaran bi awayeke giştî kêmbûye.

Mihemed Emin Fars Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê ya li Wezareta Çandin û Çavkaniyên Ava Kurdistanê ragihand ku bi sedema wê yekê ku ev çend sale navçe tûşî hişkesalî û guherîna keşûhewayê bûye, ji niha ve rêjeya ava çem û rûbaran bi awayeke giştî li Herêmê de kêmbûye. Heman demî de dirustkirina bendavan jî bandorekî xwe yê ji kêmbûna ava çem û rûbaran de heye.

Her wiha Mihemed Emîn Fars behsa ewe jî kir ku heta projeyên avdan û bendavan zêdetir bêne dirust kirin, rêjeya ava rûbaran jî kêm dibe. Ji niha de hejmareke zêdeyê projeyên avdanê ketine warê bi cîhkirinê, hemand demî de zêdetirê (54) bendavên biçûk hatine drust kirin û çendîn bendavên din jî têne dirûstkirin.

Back to top button