
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya xanima Christine Hohmann Balyoza Almanya li Iraqê kir.
Li civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê û berfireh kirina alîkariyên hevbeşê di navbera wan ya li hemû waran da kirin. Her wiha di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexda yê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li mijareke dinê civînê de, behsa pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û metirsiyên terorê û berdewamiya êrîşên Da’îş ê kirin. Li vî derbarî de, her du alî li ser wê yekê hevra bûn ku aramî û ewlehiya navçeyê bê parastin û kêşe û nakokî bi awayeke aştiyane bêne çareser kirin.
Rewşa Sûriye û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng bûn, aliyeke dinê vê civînê bûn.