
Serok Barzanî beşdariya yekemîn Konferansa Afretên (Jinên) Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir. Yekemîn care konferanseke taybet bi jinan li Herêma Kurdistan û navçeyê birêvediçe û têda hejmareke ber bi çav ji jinên Kurdistanê li hemû çînan amadene. Ev konferans heta du rojan berdewam dibe û li destpêka konferansê da Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir.
Li gotarê da Serok Barzanî balkişand li ser rola jinan li şoreşên gelê Kurd û perwerde kirina Pêşmerge wekî dayik û mamosta û tekez li wê yekê kir ku pêwîste jin li hemû warek da ew derfete pê bê dayîn ku rola xwe bibîne.
Serok Barzanî birêvebirina konferansa jinan bi çalakiyeke girîng da zanîn û ji bilî balkişandina bi diruşma konferansê ewe jî xisterû ku hûn bi şiyanên xwe paşerojê ava dikin û em jî piştevanên we ne.
Serok Barzanî li gotarê de bîranîna şehîdên enfalê jî kir û silav ji bo giyanê pakê wan dayikên şehîdan kir ku bi zarok û gedeyên xwe hatin enfal û şehîd kirin.
Gotara Serok Barzanî ye li yekemîn Konferansa Jinên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Xûşk û keçên birêz!
Amadebûyên birêz!
Gelek xweşhalim ku îro bi we re li yekem konferansa bi vî awayî de beşdar dibim. Hêvîdarim ku encamên wê jî li asta wê pêşbîniyê bê ku me hemûyan pêşbînî kiriye û eve destpêkek bê ji bo piştî niha, ez bawerim eve çalakiyeke gelek gelek li cihê xwe ye û bi hêviya xwedê serkeftî dibe.
Dibe ku bibê dûbare kirin lê belê pêwîste mirov bibêje, ez careke din jî dibêjim ku rola jina Kurd qet li rola zilaman kêmtir nebûye, eger hinek car zêdetir jî nebê. Li şoreşa Eylûl, li şoreşa Gulan, li şerê Da’îş, roleke gelek gelek ber bi çav hebûye, bi taybetî li şoreşa Gulan, dayik bû, mamosta bû, cotkar bû, her wekî min li gotara xwe de bihîst ku nizanim li çi helkeftek bûye, lê belê birastî wiha ye. Êdî diviya berî ku dinya ronak bibê zarokên xwe bibin bin berdek, ji bo bin şikeftek li tirsa wê yekê firokeyan bombebarana gundên wan neke û çendîn car jî wiha bûye ku dayikek bi zarokê xwe ve şehîd bûn. Nanê Pêşmerge, dîsa li ser jina Kurd bû. Ew Pêşmergeyê ku li cebhe bû, piştrast bû ku dayik yan malbata wî, yan xûşka wî çav li zarokên xwe ye û nanê wan jî dîsa mîsogere, ji bo wê yekê her çi behsa jina Kurd bê kirin, her kême. Li şoreşa Gulan jî heman tişt, mînak gelekin, wekî dayika Amîne, dayika Helîme, dayika Ayşe. Li şerê Da’îş jî keçên me ewende wêrek û azabûn ku cihê şanaziyê bûn ji bo me. Li çendîn car ew bi xwe tûşî şer bûn, yan ku Da’îş êrîşî wan kir wan cîhên wan ku ew lê bûn, şereke zêde qehremane kirin.
Ez gelek xweşhalim ku dibînim hejmareke zêdeyê ji jinan, li zanîngeh, li peymangeh, li gelek warên din û li gelek cihên din da jî wan roleke ber bi çav heye. Pêwîste li hemû waran, jina Kurd rola xwe bibîne.
Dirûşma we xweşike (Bi şiyanên xwe paşerojê ava dikîn), ez jî ji we re dibêjim bi şiyanên xwe ve paşerojê ava bikin û em jî piştevanê we ne.
Ji bo yekemcar li Iraqê ku jinek hate sêdare dan, ew jî keçeke Kurd bû ku bû bi sembola têkoşîn û berxwedan û xwe neçemandinê. Ew jî Leyla Qasim bû. Çûne cem wê û jêre gotin nameyek binivîse ji bo Ehmed Hesen Bekir, daxwaza lêborînê bike, tu keçî û jinî, wê li te biborim, got hûn ji wê kêmtirin ez nameya lêborînê ji bo we binivîsim, ez daxwaza lêborînê li mîlleta xwe dikim.
Mînak gelek gelekin, mînaka jina Kurd, birastî her ew Pêşmergeyê qehreman jî perwerdeyê destê wan şêre jinane bûn, niha jî erkeke gelek mezin û gelek pîroz li ser milên we ye. Perwerde kirina ev nifşa nû, mixabin nehezên gelê Kurdistanê gelek hewl dan ku ciwanên me ji rê derînin bibin. Însan eger wefa ji bo gel û niştimanî nebû, bihaya xwe namîne, sergerdan dibe. Ew şerê ku li wê rêyê de bi me re kirin, ji aliyê min ve gelek gelek metirsîdartir û mezintir bû ji şerê tank û firoke û her wiha kîmyayî û enfalê. Dema ciwanek hate perwerde kirin û mezin bû, hîç wefaya wî ji bo axa xwe nebû, ber bi kûderê ve diçe? mirov eger axa xwe nebû, sergerdane, bêqîmete, kes qedrê wî jî nizanê. Ax jî eger mîllet li ser nebê, hîç wateyeke xwe namîne. Ji ber wê mirov û ax pêkve hatine bestin. Ez daxwazê ji we dikim li hemû warek da rola xwe bibînin, lê belê li vî warî da divê xebateke gelek mezin bikin, biçin nav civakê, dayikan têbigihînin ku eve metirsiyeke mezine rûbirûyê me bûye û mixabin heta asteke zêde jî bandora xwe jî kiribû. Niha baştire. Em xweşhalîn ku me dît li vê dema dawî de hişyariyeke neteweyî li ser rêyeke rast tê dîtin, li Ewrûpa, li nav Kurdistanê. Eve cihê xweşhaliye û hêvîdarîn bi hêviya xwedê eve berdewam bê û ber bi zêdetir jî biçe.
Di derbarê girîngiya jin û mafê jinan, ji bo me tişteke gelek gelek pîroze, ji ber ku berî 120 salan, Şêxê Şehîd, Şêxê Mezin Şêx Ebdulselamê Barzanî û piştî wî jî cenabê Şêx Ehmed, berdewam bûn li wê yekê ku mafê jinan divê parastî bê. Rêz û rûmeta jinan divê parastî bê. Eve yek ji wan sedema ne ku Barzan û terîqeya Barzan gelek ber bi pêşve çû, ji ber ku bi tu awayekê ew hinek dabunerîtên ku berê hebû, mixabin niha jî li hinek cihan maye, bi zorê bi şûdana keçan, eve tişteke tawanê zêdetire bi raya min, divê bi dilê wan û dilxwaziya wan bê keç û kur. Mecal bi jinan hate dayîn rola xwe bibîne, jin hest bi hebûna xwe kir. Ji bo wê yekê em serbilindin ku dibînîn ew bingeh 120 sal berê niha li Barzan, ew meseleya rêz girtina li jinan û rola jinan û girîngiya jinan her li wî demî de li wir ew bingeha wê hatibû danîn, ji bo me cihê serbilindî û şanaziyê ye.
Sibê roja enfale, bi sedan û dikarim bibêjim hezaran dayik bi zarokên xwe re bi zîndî hatin binaxkirin. Em silav ji bo giyanê pakê wan hemû şehîdan û bi taybetî wan dayikên ku bi zarokên xwe re bi zîndî hatin binaxkirin re dişînin û ew çend gorên bi kom ku hatibûn dîrin, çendîn caran me dît ku dayik bi zarokê xwe re bi hev re hatine şehîd kirin.
Girîng ewe ye ku divê xebat berdewam bê, nabê xwe biçemînîn, divê hemû dergehek û hemû mecalek ji bo jinan bê kirin bo ku bi başî rola xwe bibîne, ez piştrastim ku dikarin rola xwe bibînin.
Ez careke din jî tekez dikim, hûn dirûşma xwe bi cîh bikin, em jî bi hemû şiyanek ve li pişta we ne.
Ez naxwazim zêdetir dema we bigrim, hêviya serkeftinê dikim ji bo konferansa we û serkeftî bin.
Gelek spas…