Cîhan

Britanya li Kurdistanê banka û zanîngehan vedike

Êvariya îro dûşem 23.09.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lord Jonatan Marlend Serokê Şanda Taybetiyê Serok Wezîrê Brîtanya yê Karubarê Bazirganî û şanda pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Lord Jonatan Marlend xweşhaliya xwe bi hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo bi awayeke serketî birêveçûna pêvajoya hilbijartinên Parlemena Kurdistanê pîrozbahî û spasiyên xwe jî bi Serok Barzanî ragihand û rêjeya beşdariya %73 ê welatiyên Kurdistanê ya li van hilbijartinan de bi sosretî wesif kir û got: “Ev rêje belgeye li ser girîngiya van hilbijartinan ya di jiyana welatiyên Kurdistanê da”. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Şanda Taybetiyê Serok Wezîrê Brîtanya behsa pêvajo û aramiya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo veberhênana biyanî gelek rê xweşkere û eve jî xiste rû ku niha daxwazeke zêde li cem kompanyayên Brîtanya heye ku li warên cûr bi cûr de li Herêma Kurdistanê de kar bikin û her wiha bi Serok Barzanî ragihand ku demeke nêzde yek ji banqeyên mezinên navdewletiyê Brîtanya li Herêma Kurdistanê de leqa xwe vedike û her wiha kar ji bo ewe jî têkirin ku zanîngehên Brîtanya li Herêma Kurdistanê de leqên xwe vekin.

Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya li warên cûr bi cûr de nîşan da. Di derbarê pêvajoya hilbijartina Parlemena Kurdistanê jî Serok Barzanî got: “Xelkê me li gel eweye ku bi awayeke demokratiyane beşdarî jiyana siyasî bibin û beşdarîkirina vê rêjeya xelkê jî cihê hêvî û xweşhaliyê ye”.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û Sûriye û rewşa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bûn û di derbarê paşaroja Sûriye jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê ji bo Herêma Kurdistanê girînge eweye ku li paşaroja Sûriye de demokrasî û mafên gelê Kurd bêne mîsoger kirin. Di derbarê pediviyên rewşa jiyana penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku yarmetîdana koçberan ji bo me erkekî neteweyî û miroviye û eve jî ji bo şanda mîhvan behs kir ku li Herêma Kurdistanê de civaka navdewletî wekî pêwîst girîngiyê bi penaberên Sûriye nedaye.

Back to top button