BDP yî yên dijî serxwebûna Kurdistanê
Nivîskar Firat Aras babetekî bi navê BDP yî nûnertiya kî dikin?!.. nivîsiye têde balê dikşîne li ser rola BDP yî yan û her wiha behsa wan BDP yî yên ku dijî serxwebûna Kurdistanê ne dike.
Nivîskar dibêje: Bêguman BDP partiyeke yasayî ye ku herî zêde ji aliyê Kurdan ve tê piştgirîkirin. Ji ber vê taybetmendiya xwe jî nêrîna vê Partiyê jî dibe nêrîna Kurdan an ku Kurdan jî peywendîdar dike.
Gelek balkêşe ku her çende BDP nûnertiya Kurdan dike lê belê daxuyaniyên wan li gel daxwaza Kurdan ku nûnertiya wan dikin gelek ji hev cûda ye.
Ji xwe pêwîst nake em behsa Ertuğrul Kürkçü an jî Abdullah Levent Tüzel bikin ji ber ku ji xwe diyare ew ji çanda siyasiyeke çawa de debara xwe dikin û ji kuderê hatine.
Her wiha Sırrı Sürreya Önder, gelek asayiye ku nêrîna wan û daxwaza Kurdan ji hev cûda be, ji ber ku bi paraşutê ve wan xistin pêşiya Kurdan û Kurd jî neçar man van kesan hilbijêrin.
Li berdewamiya nivîsa xwe de nivîskar Aras balkişandiye li ser gotin û kirdarên BDP yî yên wekî Aysel Tugluk, Hasip Kaplan, Esat Canan, hwd ku li navbera gotina wan û daxwazên Kurdan de hingî çiyayê Cûdî cûdahî heye. Her wiha nivîskar derbarê Leyla Zana, Halîl Aksoy, Husamettin Zenderlioglu jî nivîsiye ku di rastiya daxwaza gelê Kurd û nûnerên rastiyê gelê Kurd ewin ku daxwaza dewleteke neteweyî ya Kurd dikin.
Çavkanî: Navkurd http://www.navkurd.eu/