Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan ji Reutersê re li ser êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê axivî.
Fîdan got ku êrîşên Îsraîlî şiyana hikûmeta Sûrî ya ji bo pêşîgirtina li DAIŞ û metirsîyên din lawaz kir û bû sedema bêîstiqrara herêmê.
Fîdan, anî ziman ku, Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê bi Îsraîlê re rû bi rû bimîne û got, “Eger Sûriye bixwaze bi Îsraîlê re hin peymanan bike, ev karê wan e.”
Fîdan diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi Sûriye, Urdun, Lubnan û Iraqê re li dijî DAIŞ’ê platformeke herêmî ava bike.
Di bersiva pirsekê de derbarê kêşeyên Amerîka û Îranê de jî,Fidan got: Pêwîstiya dîplomasiyê heye û Tirkiye naxwaze ti êrîşekî li dijî Îranê bibîne.
Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî ji Reutersê re axivî, piştî zêdebûna rageşiya di navbera her du welatan de û êrîşên Îsraîlê yên li ser navendên leşkerî li Sûriyê, ev tişt got:
“Em bi Tirkiyeyê re li şerekî nagerin û em hêvîdar in ku Tirkiye bi me re nexwaze pevçûnê bike.”
Lê em naxwazin xendekên Tirkiyê li ser sînorê xwe bibînin û her cure rê li ber vê yekê hene.”
Rayedarekî din ji ajansa nûçeyan a KANN a Îsraîlê re axivî:
Îsraîl dê rê li ber avakirina baregeheke hewayî û deryayî ya Tirkiyê li Sûriyê bigire. Ger Tirkiye xetên sor derbas bike Îsraîl dê bersivê bide.”


