Polîtîk

Hêzin tarî dixwazin PKK ji dev pêvajoyê berdê

Parlamenterê AK Partî yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, beşdarî bernameya radyoya Dengê  Rusya tê bû. Ensarîoglu axavtinên Cemil Bayik di derbarê pêvajoyê de nirxand.

 Li aliyê PKK dibêjin pêvajo dikule. BDP zimanekê hêj bibaldar pêk tîne. Hûn çava dinirxînin?

Ensarîoglu: Heya niha pêvajo baş diçe. Pêvajoyên wisa bê pirsgirêk û bê risk birêve naçe. Li hemû derên dinyê dema ku pêvajoyên wisa birêvediçe gelek provakasyon, erîş û tundî hat jiyîn. Lê pêvajoyek wisa dest pê kir û gel xwedî li vê pêvajoyê derket. Dema ku gel xwedî lê derkevin, êdî ne mumkun e ku dev ji pêvajoyê bê berdan. BDP hikumatê sûcdar bike jî ev yek ji bo nêzîkbûna hilbijartina herêmî ye. Piştre dibêjin em ê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji aliyê me jî vanan vekîşînê de xwedî ji soza xwe derneketin. Pişt soza xwe nesekinîn. Ji sedî 20 vekişîn temam bû. Lê ger em tenê bimînin jî, ger PKK dev ji tundiya biçek berde û endamêk xwe jî neşîne derveyî welêt, taahudek me yê ku me da vî gelî heye. Lewra em mafên demokratîk ên kurd û hemwelatiyên xwe, nakin bin îçpoteka tundiya biçek a PKK. Divê dîsa jî pêvajo bê domandin.

Hûn li ser piştî 1ê Îlonê em ê dîsa ji sînorê têkevin, dibêjin çi?

Ensarioglu: Van gotinan, gotinên ku zirarê dide pêvajoyê ne. 2 sedemên van daxuyaniyan hene. Sedema yekem, rêxistin dixwaze ku hêza biçek di hilbijartinên herêmî yên ku nêzîktir dibe de bibe weke hêza bindestiyê. A rastî hukumet û Serokwezîr got ku beriya 1ê Cotmehê dê meclîsê vekin û xebatên ku derbarê pêvajoya çareseriyê de tê kirin de hatine dawî. Di betlanê de jî li ser wê sekiniye.

Rêxistin ji xwe zane beriya 1ê Cotmehê gelek guhertinên zagonî dê bên kirin. Zane lê dîsa jî ji bo ku bibêjin “Me zorê da ser hikumetê û me guherînan da çêkirin, naxwe hikumat nedikir”wisa dikin. Ji bo k udi hilbijartinên herêmî de ew puan qezenc bikin wisa dibêjin. A duyemîn jî, rêxistin wisa texmîn nedikir ku li Rojhilata Navîn her tişt di lehe wê de bimeşe. Hin hêzên navnetewî û servîsên veşartî, ji PKKê re dibêjin heke tu dev ji pêvajoya çareseriyê berde, em ê piştgiriyên bi her awayî bidin te. Derbarê vê mijarê de hin hevdîtinan jî hat kirin. Rêxistin cara ewil ji bo ku tundiyê bernede, piştgiriya wisa zêde ya derve girt. Li Bakurê Sûriyê Kurdistana Serbixwe hat avakirin û ev yek qet di hişê PKK de tunebû.

Back to top button