Cîhan

Diyar Kurde li Amerîkayê hat xelatkirin: ‘Ez Şîfa Gerdiyê qet ji bîr nakim’

 Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurdê li Amerîkayê xelata “Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî” sitand.

Merasîma xelatdayînê şeva borî li Washingtonê hat kirin û Diyar Kurde piştî sitandina xelata xwe axaftina xwe pêşkêş kir.

Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve hatin xelatkirin.

Diyar Kurde û rojnamegerên CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê doh êvarê bi dema Washingtonê seat 18:00an li Washingtonê xelatên xwe standin.

“Ez wê qet ji bîr nakim”

Diyar Kurde di axaftina xwe behsa bûyera şehîdketina Şîfa Gerdiyê kir û got:

“Min û wê li jûra nûçeyan a Rûdawê behsa şerê DAIŞê û plana ku ew here çîrokên li Mûsilê veguhêze dikir lê ew bi bombeyeke vedayî ya DAIŞê hat şehîdkirin. Ez wê qet ji bîr nakim.”

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê behsa zehmetiyên rojnamegeriyê yên li Rojhilata Navîn kir û anî zimên:

“Li Rojhilata Navîn xebat ne hêsan e çimkî tim gef li ser te heye û divê tu jiyana xwe bixî metirsiyê.

Tenê ji ber ku tu rojnameger î hinek caran tu kesên nêzîkî xwe ji dest didî.

Ez dixwazim li cîhan û Rojhilata Navîn ji bo rojnamegeriyê şer bikim.”

Back to top button