PDK agirekî ji agirê welatparêziya Kurdistanê ye
Heger fêm jî kiribin wê naxwazin bawer bikin. Lê rastî ev e. Ji ber ku êdî PDK dewlet e. Têkbirina dewletekê jî ne weha hêsan e.
Bûbê Eser
Ev hilbijartina ku di roja 20.10.2024an de li başûrê Kurdistanê pêk hati bû, ne hilbijartina kurdan xwe bi bû. Ev hilbijartina li hember dagirker û pêgirtên wan bi xwe bû.
Di vê hilbijartinê de YNK li gel dagirker û nokerin wan hemî bûne yek da ku PDK tê bibin. Lê hê jî fêm nekirine ku PDK agirekî ji agirê welatparêz û dilsoziya kurdistanê ye. Yên bixwazin vî agirê vemirînin, ew bi xwe dişewitin û wenda dikin.
Barzaniyan ji roja ewil û heta niha da gelek merhaleyên zor û neqebên asê derbas kirine. Ji ber ku ew xwedî rêbazekê bûn, wê rêbazê kir ku Barzanî tu caran tune nebin. Heta roja îro jî ev weha ye û wê her weha be.
Em dizanin û dibînin ku Barzaniyan di tekoşîna xwe ya azadiya ji bona kurdistanê, ev sed salên ku bê westan berdewam dikin. Armanc û hedefa wan ew ku Kurdistaneke azad û serbixwe pêşkêşî gelê xwe bikin.
Piştî hilbijartin û rêjeya dengan hate diyarkirin, partî û kesên dixwestin PDK têk bibin ew bi xwe têk çûn ango daxwaz û xweziya wan di qirika wan de ma. Ji vê rewşê jî dagirker û pêgirtên wan weke pkk û hizbî şabî li gel YNK aciz bûn.
Her çiqas vê rewşê ew hemî aciz kiribin jî, lê ji bona pkk û hizbî şabî ne zêde girîng e. Wan xwest li gel YNK, PDK tê bibin lê bi ser neketin. Niha wan xwe kişandin qalibê xwe ku wê hin lîstikên din bikin. Da ku herêma Kurdistanê têk bibin. Lê hê jî fêmnekirine an naxwazin fêm bikin ku heta PDK hebe wê Kurdistan jî misoger be.
Hê jî dagirker û pêgirtên wan ev fêm nekirine ku wê Kurdistaneke serbixwe li ser destê serok Barzanî bê ragihandin. Heger fêm jî kiribin wê naxwazin bawer bikin. Lê rastî ev e. Ji ber ku êdî PDK dewlet e. Têkbirina dewletekê jî ne weha hêsan e.
Baş tê zanîn ku li vê cîhanê kes û partiyên du rû tu caran bi serneketine û dê nekevin jî. Taliya wan bi husraneke mezin dibe. Gelek ji partî û rêxistinên weha ya ji holê radibin ya jî gelekî lawaz dibin ku êdî gel û xelk bi wan ne bawerin.
Lê rewşa YNK hinekî cûdaye. Wan di şerê xwe yên ji bona tekoşîna Kurdistanê de tunekirin PDK ji xwe re kiribûn armanc û hedef. Ji roja ku ji PDK veqetiyan û bi navê YNK xwe bi rêxistinî kiribûn ji bona vê armancê tevgeriyan. Heta roja îro jî ev hê jî berdewam e. Kurd dibêjin: “Ji min keto bi min keto”.
Di vê hilbijatinê de hate diyarkirin hinan Bafil dagirrtibûn ku di propaganda hilbijartinê de tenê ji bona têkbirina PDK kar bike. Lê gelo wê Bafilê ku digot: Ez ê PDK hilweşînin wê niha bi çi rûyê here an herin ber lingên Barzaniyan ku bixwazin di hukumeta nû de cih bigirin. Wê bi çi rûyê doza lêborîna xwe ji wan bixwaze.
Çi dema mirov bi aqilê xwe tevbigere û doza gelê xwe di ser berjewendiya partîya xwe re girt, wê demê serketin dikare bibe para me re jî. Barzaniyên di tekoşîna xwe ya dûr û dirêj de heta niha ev kirine û bi serketine. Loma jî êdî ew bûne perçeyekî ji Kurdistanê. Dema mirov dibêje Barzanî, yek ser Kurdistanê dikeve bîra mirov.Çi dema mirov bêje Kurdistan wê demê jî Barzanî yek têne bîra mirov.
Ji ber vê ye ku têkbirina Barzaniyan zor û zehmet e. Ya girîng û baş ew e ku mirov li gel wan tekiliyên xwe xurt bike da ku bi hevre berjewendiyên kurdistan biparêzin.
Nerîna min ya şexsî ew e ku heger PDK vê carê YNK nekin şirîkê hukumeta nû, dawiya YNK dê xuya bibe. Ewên xwe bi xwe bi hev bikevin. Ya rast jî li gor min ev e. Ji ber ku ji sala 1965an heta îro tenha armanca YNK têkbirina Barzaniyan û PDK bû. Bi vê dûrişmê jî wê dawiya xwe bînin. Heger PDK vê carê jî weke hin carên din destê alîkariyê dirêjî wan neke, diqedin.
Heger neqedin jî wê dest ji dijminatiya PDK û Barzaniyan berdin. Dikarin li xwe vegerin. Ji bona kurdistaneke azad û serbixwe piştgiriya PDK û Barzaniyan bikin. Ev ê ji bona wan jî bi xêr be.