Polîtîk

Erdogan piştgirî dide daxuyaniya Bahçelî ya di derbarê DEMê de..!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştgirî da daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ku di derbarê DEMê de gotî.Erdogan di vê derbarê de dibêje: “Ez ji bo biratiya 85 milyon însanî pir watedar dibînim.”

Erdogan di Civîna Koma TBMMê ya AK Partiyê da der barê rojevê da axivî.

Erdogan bal kişand ser helwesta Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku, di parlementoyê de merheba da berpirsên DEMê û destê wan girt ûhejand. Erdogan got: “Em dixwazin di sala nû ya yasayî de gotûbêjeke cuda ya siyasî bibînin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiya me bi lihevhatineke zêdetir heye. Em ji bo miletê xwe ji tu diyalogê dûr nakevin. Ez daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê birêz Bahçelî ji bo biratiya 85 mîlyon mirovan pir watedar dibînim. “Em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhur ji aliyê muxatabên wê ve baş were fêmkirin.

Back to top button