Xewna kurdan ber bi rastiyê ve diçe
Kovara Almanî Zenith 2 mehan carekî derdikeve. Kovarê di hêjmara xwe ya nû de cih dayê pirsa Kurdistanê û herweha rûpelê yekem hemû bi xeriteyek ya Kurdistanê xemilandiye.
Kovarê 30 rûpelên xwe bi nirxandina Kurdistanê dagirtiye. Kesayetên pisporên Rojhilata Navîn wek Udo Steinbach li ser rewşa Kurdistanê lêkolîn kirîne û gelek akademisyenên girîng dîtinên xwe di vê derbarê de gotine.
Pisporên siyasî û civakî di kovarê de dibêjin: Li Rojhilata Navîn de, kurd miletê herî mezin yê bê dewlete. Lê vêca şansê Kurdan yê ku dewleta xwe ragihînin peyda bûye.
Kovar rewşa Kurdistanê bi vî awayî şiroveyekî dike: Li Tirkiye “pêvajoya aşitiyê“li Iraqê pirsgirêkên li gel hukumeta nawendi, şerê desthilatê yê di navbera Şîe û Sune de û şerê navxwe yê li Suriye… Ev hemû dihêlê ku rewşa Kurdan bi hêz bibe.
Kovar dinivîse: Welatên ku Kurd lê dijîn dewletek serbixwe wek xewnek giran e, lê li gel Bihara Erebî ev xewn dikare bibe rastiyek.