“PKK wek şaneya penceşêrê li seranserê Iraqê belav dibe. Ev êdî ne pirsgirêka me ye, lê bûye pirsgirêka ewlehiya netewî ya Iraqê”.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li ser geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybet têkiliyên Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û muzakereyên agirbestê bi kanala Sky News Arabia ya Îmarata Yekbûyî re hevpeyvînek kir.
Fîdan di derbarê lihevnekirina di muzakereyên aştiya Filistîn û Îsraîlê de got ku, “(Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû xwediyê rojeveke din e. Agirbesta li Filistînê bi armancên siyasî yên Netanyahû re li hev nayê. Di vê mijarê de hem Amerîkî û hem jî rojavayî hemfikir in”.
Fîdan herweha got: “Heger em niha çareseriya du dewletan pêk neynin, wê di pêşerojê de şerê Xezeyê yê çaremîn rû bide. Emê bi şerên berdewam re rû bi rû bimînin”.
Fîdan li ser pirsa helwesta dawî ya Tirkiyê û Sûriyê de bal kişand ser wê yekê ku divê teror ji Sûriyê bê pakijkirin û diyar kir ku deverên Ereban ên ku tesîsên petrolê ji aliyê PKK ve hatine dagîrkirin û got:
“Divê em şerê (PKK/YPG) bikin, çavkaniyên neft û enerjiyê ji wan bistînin û bidin gelê Sûriyê”.
Di derbarê têkiliyên Enqere û Bexdayê de jî Fîdan got ku ew wek Tirkiye ji bo dabînkirina aramiya siyasî û ewlehiya jiyana li Iraqê berdewam alîkariyên çêker dikin. Fîdan got:
“PKK wek şaneya penceşêrê li hemû Iraqê belav dibe. Ev êdî ne pirsgirêka me ye, veguheriye pirsgirêka ewlehiya netewî ya Iraqê”.