Polîtîk

Îran: Cezayê îdamê dan rojnamevana Kurd…

Rejîma Îslamiya Îranê rojnamevana Kurd û parêzera mafê jinan Pexşan Ezîzî ku nêzîkî salek beriya niha hatibû binçavkirin, bi îdamê mehkûm kir.

Di rûniştina roja borî de li Dadgeha Şoreşa Îranê ya Tehranê, rojnamevana Kurd û parêzvana mafên jinan Pexşan Aziziye bi hinceta ku endama komên ku li dijî rejîma Îslamî dest bi serhildana çekdarî kirine û serkirdeyên wê di nav tevgerê de cih girtine, bi îdamê hat cezakirin.

Mafê îtiraza biryara dadgeha asta yekem li dadgeha bilind heye. Dadgeha Tehranê ragihand ku deriyên îtirazê di nava 20 rojan de vekirî ne.

Di 4ê Tebaxa 2023an de dema ku ligel malbata xwe li bajarê Herazî yê Tehranê bû, ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin. Pexşan Ezîzî di 11ê Kanûna 2023an de hatibû girtin û ji benda 209ê ya girtîgeha Êvînê ku weke girtîgeha Wezareta Îtilaatê tê naskirin, bo beşa jinan a heman girtîgehê hatibû veguhestin.

Dadgehê bi hinceta alîkariya Pexşan Ezîz di nav de 3 kes ji malbata Pexşan Ezîz cezayên cuda da.

Bavê wê Ezîz Ezîzî, xwişka wê Pîrşeng Azîzî û zavayê wê Huseyîn Abbasî ji bo her yekî salek cezayê girtîgehê hat birîn. Eyûb Enîsî û Eyûb Konanî yên ku di heman dozê de dihatin darizandin, ji ber alîkariya Pexşan Ezîz 2 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Azîzî sûcdariyên li ser xwe red kir û diyar kir ku ew weke aktîvîsteke jin a serbixwe di warê mafên civakî û jinan de çalak e.

Back to top button