Civak

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Werzişê ya Dihokê dike

Bi minasebeta serkeftina Yaneya Dihokê bi encama (1 – 0) li hember yaneya Necefê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî yaneya Dihokê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta birina Yaneya Werzişê ya Dihokê û serkeftina wê bo nûneratiya yaneyên Iraqê di Cama Kendavê de, germtirîn pîrozbahiyan li serok û hemû werzişvan û hewadarên Yaneya Werzişê ya Dihokê dikim.”

Herwıha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêviya serkefinên zêdetir bo yaneya Dihokê û tevahiya yaneyên Kurdistanê dixwazim û hêvîdar im hertim pêşeng bin.”

Yaneya Dihokê îro danê êvarê li yargeha Gel a Bexdayê, di pêşbirka diyarker a Lîga Stêrkên Futbolê ya Iraqê de, li hember yaneya Necef bi encama (1 -0) biser ket.

Bi vê serkeftinê jî, Yaneya Dihokê dê nûneratiya yaneyên Iraqê di Lîga Şampiyonan a Kendavê de bike.

Back to top button