Rapirsîn:Rejeya dengên Partiyên siyasî çiye?
Rapirsîna MAKê: Rêjeya dengên partiyên siyasî çawa ye, CHPê rêza xwe ya yekem winda kiriye, yan na?
Dezgehê Lêkolin û Şêwirmendiyê MAKê di meha Tirmeha 2024ê de rapirsînek pêkanî. Di anketê de rêjeya dengên heyî yên partiyên siyasî hati pirsîn.
Di rapirsîna ku bi 6 hezar û 150 kesan re rû bi rû hatiye kirin de ev pirs hate kirin:
“We di 14ê Gulana 2023an de dengê xwe daye kê?” Ji sedî 34 gotin AKP û ji sedî 24 jî CHP.
Li gorî bersivên ku ji beşdaran hatin pirsîn ku ger sibe hilbijartin were kirin ew ê dengê xwe bidin kê, CHP ji sedî 31,2, AKP ji sedî 30, MHP ji sedî 8,6, DEM ji sedî 8,6, YRP ji sedî 7,5, İYİ Partî ji sedî 6,4, Partiya Zaferê Ji sedî 2,2, TÎP ji sedî 1,1, Saadet ji sedî 1,1, Deva ji sedî 1,1, yên din ji sedî 2,2.
Rêjeya kesên ku dibêjin emê dengê xwe bidin partiyeke cuda ji partiya siyasî ya ku min di 14ê Gulana 2023an da dengê xwe daye ji sedî 31 e.