Cîhan

Wezîrê Yewnanîstanê: Em dikarin bi F-35an şevekê li Enqerê bin

Di 50. salvegera operasyona Qibrisê de bertekên li dijî peyamên Tirkiyê li Yewnanîstanê dewam dikin. Di bernameyek televizyonê de, Wezîrê Tenduristî yê Yewnanîstanê Adonis Georgiadîs daxuyaniyên sosret dan.

Wezîrê Georgiyadîs, di televîzyona Open de zimanekî tund li dijî Tirkiyê bi kar anî.

Georgiyadîs îdia kir ku ger ew bixwazin dikarin Enqereyê bikin hedef.

Wezîrê Yewnanîstanê angaşt kir ku Tirkiye di hewavaniyê de sifir û ne tiştek e û got:

“Sloganên Tirkan ên ku dibêjin ‘Em dikarin şevekê ji nişka ve bên’ min dikenîne. A rastî, bi F-35an, bêyî ku di radarê de bên dîtin, em dikarin şevekê ji nişka ve li Enqerê bin. Lê em naxwazin bikin. Tiştê ku Erdogan dibêje min dikenîne. Ewê çawa bê Yewnanîstanê? Tirkiye di hewavaniyê de bi temamî sifir û ne tiştek e”.

Back to top button