Zêbarî: Îraq nikare rê li Îranê bigire çek bo Suriyeyê neşîne
Wezîrê derve yê Îraqê di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, Îraq nikare û ew îmkanên wê jî nçnin rê li Îranê bigire ku çekî ji bo rijêma Suriyeyê neşîne.
Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Şarqulawsat behsa siyaset û helwesta hikûmeta Îraqê li hemer şoreşa gelên Suriyayê dike û dibêje Îraq ketiye di navbera du agiran de, ji aliyekî Îran ku, bi awayekî raste rast piştevaniya Beşar Esed dike û ji aliyek din Amerîka ku, berdwam ji Îraqê dixwaze rê li pêşiya Îranê bigire daku çek ş cebilxaneyê ji rijma Suriyeyê re neşîne.
Zêbarî dibêje ku, Îran û Amerîkajî her du hebpeymanên Îraqê ne û Îraqê li hember rewşa Suriyeyê bêterefî hikbijartiye:
– Li hember kirîza Suriyeyê em bê teref in. Me ji welatên Rojava re gotiye ku, di îmkanên îraqê nîne rê li pêşiya Îranê bigire ku çek û cebilxaneyê ji bo hikûmeta Suriyeyê neşîne. Me ji Neteweyên Yekgirtî re gotiye eger karek wisa ji aliyê Îranê ve tê kirin û ew kar dijî biryarên konseya ewlekariyê ye, bila ew bixwe rê li Îranê bigirin.
Zêbarî ew yek jî eşkere kir ku, dema Welîd Mielim vê dawiyê serdana Îraqê kirî daxwaz ji Îraqê kiribû ku, Îraq patrolê bi buhayekî erzan bide Suryeyê ”lê Îraqê daxwaz Muelim red kir.”
Wezîrê derve yê Îraqê dibêje ku, welatên Rojava êrîşên serbazî li dijî Suriyeyê encam nadin: ”lihevtêgehiştinek di navbera Waşîngton û Moskovayê de heye ku, Beşar Esed heta dema hilbijartinên serokatiya Suriyeyê sala bê de bimîne.”