Armanca wan damezrandina dewleta Kurdistane
Beşa 2 ya Rapora 12 Ilonê ku berî kudeta û derbeya leşkeriya 12 Îlonê ji aliyê Serok Erkaniya Dewleta Tirkiyê ve raporek bi navê Rapora Kurd hatibû amadekirin û di vê raporê de gelek eşîretên Kurd bi cihê baweriyê û ne yê baweriyê ne hatibûn dabeşkirin.
Li beşda 2 da balkişandiye li ser çalakiyên terîqetan û didin zanîn ku armanca tarîqetan damezrandina dewleta Kurdistane. Her wiha behsa çalakiyên Seîdê Kurdî(Nursî) dike dibêje 130 name anku Rîsaleyên Nûr belavkiriye û armanca Seîdê Kurdî ya rastîn jî ewe dewleta Kurdistanê damezrîne.
Li nava vê rapora ku berî 3 meh ji derbeya leşkeriya 12 Îlonê pêkbê hatiye amadekirin, li beşa rapora tehdîdên navxweyî de ji bo Kurdan, nasnameya Tirkên asîmîle bûyî hatiye bi navkirin.
Her wiha zêdetirê eşîretên Kurdan bi raperînkar û ne cihê baweriyê de hatine binavkirin. û Di derbarê terîqetan de jî hatiye gotin ku ji Îranê alîkariyê werdigrin û Ataturk wekî Gawur(fileh) bi nav dikin.