PolîtîkRojev

Nêçirvan Barzanî hewla kuştina Trump şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî, hewla kuştina Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump şermezar kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser torên civakî de, hewla kuştina Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya şermezarkirinê de wiha got:

Ez bi hewldana kuştina Serokê berê yê DYA Donald Trump pir xemgîn im. Ez bikaranîna tundiyê ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî şermezar dikim. Divê di siyaseta îro de cihê şîdetê nebe.
Ramanên min bi Serok Trump, malbata wî û hemû mexdûrên ku ji vê êrîşê bandor bûne re ne.

Back to top button