Cîhan

Yerlikaya: Di 2023an de 308 û di 6 mehên 2024an de jî 166 jin hatin kujtin 

Yek ji welatên ku herî zêde jin lê tên kujtin Tirkiye ye. Salane bi sedan jin hem ji alî malbat û xizmên xwe û hem jî ji alî kesên din ve jiyana xwe ji dest didin.

Di vê derbarê de Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlikaya eşkere kir ku sala par 308 û di şeş mehên destpêka îsal de 166 jin ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane û got: “Em tu carî şideta li ser jinê qebûl nakin”.

Yerlikaya li Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêran a GNAT (KEFEK,) de di derbarê polîtîkayên wezaretê yên firsendên wekheviya ên jin û mêran û xebatên wê yên li dijî tundiya li hember jinan agahî da. Yerlîkaya diyar kir ku ew têkoşîna jinan a li hemû qadên jiyanê wek têkoşîna mafan dibînin û destnîşan kir ku jin û mêr wê di nirxên şaristaniyê, cîhana fikir û qanûnan de wek takekes azad û wekhev bin.

Yerlîkaya, anî zimên ku ji bo pêşketina welêt derfetên wekheviya jin û mêr wek pêwîstiyek bingehîn dibînin û destnîşan kir ku jin di dîrokê de ji ber astengiyên di gelek waran de, di serî de di perwerde û îstîhdamê de, ji bo nîşandana potansiyel û jêhatiya xwe rastî astengiyan hatine.

Yerlîkaya da xuyakirin ku ew bi hesasiyetek mezin li ser şideta li ser jinê disekinin û got: “Mixabin di sala 2023an de 308 jin û di 6 mehên destpêkê yên sala 2024an de 166 jinan jiyana xwe ji dest dane”.

Back to top button