Polîtîk

Amerîkayê ronahiya kesk ji bo Tirkiyeyê pêxistiye ku êrîşî PKKê bike

Pisporekî peywendiyên navnetewî aşkera dike daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê operasyonên Tirkiyeyê bo ser PKKê yên li navçeyên sînorê Herêma Kurdistanê pêxistina ronahiya kesk a Washingtonê ye bo Enqereyê.

Berî naha Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Matthew Miller derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê got: ‘’Em Tirkiyeyê teşfîq dikin ku li gel hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê hemahengiyê derbarê operasyonên leşkerî yên li ser sînor pêkbîne û hewla parastina xelkê sivîl bide. Heman deme de em agahdarê gef û metirsiya PKKê ya berdewam in û em têdigehin. Lê li gel wê jî dubare daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê dikin li gel hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê hemaheng be.’’

Vê derbarê de pisporê peywendiyên navnetewî Dr. Saman Şalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîkayê PKK xistiye lîsteya teröre, ji ber ji aliyekî Tirkiye hevpeymanê Amerîkayê ye û ya duyem jî hêza NATO ye. Derveyî wê jî Amerîka naxwaze Tirkiye ji wê dûr bikeve û nêzîkî Rûsyayê bibe.’’

Herwaha got: ‘’Beyanameya Wezareta Derve ya Amerîkayê rewabûnê dide Tirkiyeyê, ku dikare berevaniyê li erdnîgariya xwe bike. Ev yek jî derdixe ku Washingtonê lambaya kesk ji bo Enqerê pêxistiye ku li dijî PKKê operasyon bike û Amerîka ji wê operasyona leşkerî razî bûye.’’

Bi baweriya Dr. Saman Şalî Tirkiye êrîş û operasyonên li wan navçeyan ranawestîne û dê fişara zêdetir bike û got: ‘’Hebûna PKKê li Silêmaniyê bahaneye dide Tirkiye, ku zêdetir bê pêş û biryare ji bo navçeyên Silêmaniyê jî leşker bîne. Mixabin naha PKK li Tirkiyeyê hatiye derxistin, naha hatiye li Başûrê Kurdistanê şer dike.’’

Back to top button