Cîhan

Îstîxbarata Amerîkayê: Rûsya ji bo Trump dixebite

Îran jî di nav de ye

Îstîxbarata Amerîkî amaje bi wê yekê kir ku Rûsya hewl dide desttêwerdanê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bike û dixwaze Donald Trump serbikeve.

Li gor nûçeya The Wall Street Journal (WSJ), berpirsekî îstixbarata netewî ya Amerîkayê têkildarî hewldanên desttêwerdana hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de agahî da çapemeniyê. Rayedar îdia kir ku Rûsyayê wek hilbijartinên 2016 û 2020an bi rêya medya civakî û propagandaya înternetê hewl dide ku midaxeleyî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê bike û ji bo ku di hilbijartinan da piştgiriyê bide Trump, hewlek mezin dide.

ÎRAN DI NAV DE YE

Rayedar diyar kir ku Rûsya di vê çarçoveyê de hin hilbijêran hedef digire, nîqaşên cudaxwaziyê teşwîq dike û hewl dide ku hinek siyasetmedaran şermezar bike û got: Îranê jî di vê çarçoveyê de hewldanên xwe zêde kiriye û bi dizî piştgirî daye xwepêşandanên li dijî şerê li Xezeyê di.  Rayedar got: “Me li gor hilbijartinên berê tu guhertinek di tercîhên pêşbaziya serokatiya Rûsyayê de nedît”.

Dîrektora Îstixbarata Netewî ya Amerîkayê Avril Haines doh di daxuyaniya xwe çapemeniyê de îdia kiribû ku kesên girêdayî hikûmeta Îranê li ser platformên înternetê rola çalakvanan girtine ser xwe, hewl didin ku xwepêşanan teşwîq bikin û piştgiriya aborî didin xwepêşanderan. Rayedaran diyar kir ku xebatên heta niha hatine dîtin hewldanên astengkirina prosedurên hilbijartinê di nav xwe de nagirin, karbidestan destnîşan kir ku bi nêzîkbûna roja hilbijartinê re dibe ku hewldanên Moskow û welatên din zêde bibin.

ÇIN  HEWLA MUDAXELEYÊ NADE

Rayedarê îstixbarata Amerîkayê diyar kir ku Çîn hewl nade ku desttêwerdana hilbijartinên Amerîkayê bike. Rayedar tekez kir ku Çîna ku naxwaze piştî hilbijartinên sala 2016an rûbirûyê Rûsyayê bibe, ji dîplomatên xwe re peyam da ku di nav berendaman de dev ji nîqaşkirina tercîhên xwe.

Back to top button