Parêzer Burhanî hat girtin
Yek ji parêzerên payebilind ê Îranê û xebatkarê hilbijartinê yê serokkomarê nû Pezeşkiyan Muhsîn Burhanî hat girtin. Girtina ku piştî Pezeçkiyan bû serokkomarê Îranê pêh kat, di serê xelkê de gelek pirs û guman çêkirin.
Ajansên fermî yên Îranê doh ragihandin ku hêzên ewlehiyê li dijî Muhsîn Burhanî, yek ji parêzerên navdar ên Îranê ye ku bi eşkere rexne li kiryarên hikûmetê yên li hember xwepêşandanên piştî mirina Mahsa Emînî dikirin û di kampanya hilbijartinê ya Mesûd Pezeşkiyan de çalak bû, girtina Burhanî eşkere kirin. Malpera Mîzan a ser bi Dezgeha Dadweriya Îranê doh ragihandibû ku Muhsin Burhanî ji aliyê dadgehê ve cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, lê tu di derbarê dirêjiya heyama hepsa wî de tu zanyariyên zêdetir nedan. Parêzer Sîna Yûsifiyê jli ser hesabê xwe yê medya civakî got ku„Parêzer Burhanî rojek piştî ku serokê reformxwaz Mesûd Pezeşkian ji bo rêvebirina welêt hat hilbijartin, hat girtin“.
Burhanî ku yek ji navên kampanya hilbijartina Pezeşkiyan e, di mîtînga dawî reformxwazan de li yarîgeha Şehîd Haydarniya Tehranê gotarek pêşkêş kiribû û gotibû: „Yasa tê wê wateyê ku mafê kesî nîne bi guleyan bersivê bide xwepêşandanên gel. Yasa tê wê wateyê ku ji kesên dikujin û kor dikin divê hesab bê pirsîn„.
Burhanî, ku di heman demê de mamostayê zanîngehê ye, di xwepêşandanên sala 2022an de bi nêrînên xwe yên rexnegir ên li dij hukûmeta Îranê populer bû.