Cîhan

Dengdana tûra duyemîn a hilbijartinên Fransayê dest pê kir

Li Fransayê di hilbijartinên giştî yên pêşwext de tûra duyemîn a dengdanê dest pê kir. Di tûra yekemîn de partiya rastgir û tundrew Yekîtiya Netewî (RN) bi ser ketibû.

Dengdayîn wê li gor saeta herêmî saet 08.00 an li parzemîna Fransayê dest pê bike û saet 18.0’an bi dawî bibe. Li bajarên mezin ên wek Parîs û Marsîlyayê dengdan wê heta saet 20:00an berdewam bike.

Li welatê ku nifûsa xwe nêzî 68 milyon û 400 hezar e, 49,5 milyon hilbijêrên Fransî di tûra duyemîn de ji bo diyarkirina 501 wekîlên ku wê 5 salan di Meclisa Netewî de wan temsîl bikin, diçin ser sindoqan. 76 wekîlên din ên ku wê di parlementoyê de wezîfedar bin di tûra yekem de hatin hilbijartin.

Namzetên ku di tûra duyemîn a hilbijartinê de, ku 1094 namzed tê de hevrikiyê dikin, herî zêde deng bi dest bixin wek parlamenter tên hilbijartin.

Partî yan jî tifaq divê bigihêjin 289 parlementeran da ku di parlementoya 577 kursî de piraniya giştî bi dest bixin.

Di hilbijartinê de 3 tifaq derdikevin pêş

Di pêşbirka hilbijartinê de Yekîtiya Netewî (RN), partiya rastgir a tundrew Jordan Bardella, ku bi Eric Ciotti, serokê Partiya Komarparêzan (LR) ya rastgir a navendî û hin namzetên LR, Eniya Gel re hevalbendiyek çêkir, Tifaqa ku ji aliyê partiyên çepgir û hawirdorparêz ên ku ji serketina rastgirên tund di hilbijartinê de bi fikar in, û Hevbendiya “Hemû bi hev re ji bo komarê” ku ji aliyê partiya Rönesans ve bi hevkarên xwe yên desthilatdar re hatiye avakirin, û Tevgera Demokrasiyê (MoDem) û Horizons, derdikevin pêş.

Tê çaverêkirin ku şîrketên lêkolînê piştî bidawîbûna sindoqan dest bi dana encamên texmînî yên hilbijartinê bikin û encamên fermî jî piştre ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bên ragihandin. Li gor daneyên fermî, hejmara Fransiyên ku li derveyî welêt dijîn û ji bo tûra duyemîn a li ser înternetê dengê xwe dane 460 hezar e. Her weha doh li herêmên wek Guadeloupe, Guyane û Martinique ku wek herêmên derveyî welêt tên binavkirin, dengdan hat kirin.

Sibe parlemento deriyên xwe ji parlementerên nû re vedike Meclîs ji sibê saet 14.00an pê ve ji bo pêşwazîkirina parlementerên nû wê deriyên xwe veke. 577 endamên nû yên Meclîsa Netewî wê di 18ê Tîrmehê de ji bo yekemîn civîna Lijneya Giştî bicivin û ji bo hilbijartina serokên nû yên meclisê ji saet 15:00an pê va dest bi dengdanê bikin.

Ji bo di Parlamentoya Fransayê de komek siyasî bê avakirin, divê herî kêm 15 parlamenter bên cem hev û cîgirên serokê komê hilbijêrin.

Back to top button