PolîtîkRojev

Çeteyên faşîzanên PKKê êrîşê xwepêşandana ENKSê kirin

Li Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger êrişî xwepêşandana ENKSê kirin.

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ber avahiya Neteweweyên Yekbûyî ya Qamişloyê xwepêşandanek li dar xist. çeteyên PKKê êrîşê xwepêşandanê kirin û di enama êrîşê de, serokê ENKSyê Silêman Oso, Berdevkê ENKSyê Fêsel Yûsif, Serokê PDKSyê Mihemed Îsmaîl û serkirdeyên ENKSyê Ebdulsemed Xelef Biro û Nîmet Dawûd hatin desteserkirin.

Bi vê sedema wê yekê jî, nêzîkî 50 kesî di ofîsa ENKSyê de asê man û nikarin derkevin.

Piştî demekê ew serkirdeyên ENKSyê hatin berdan.

Sedema vê xwepêşandanê, ew bû ku, ENKSê doza azadkirina hevalên xweyên ji aliyê PYDê ve hatîn girtin dike.

Back to top button