Polîtîk
Li Tirkiye rewşa partiyên siyasî çîye?
Li Tirkiye piştî bûyerên Teksîmê, parqa Gezî û xwepêşandanên di vê çerçoveyê de pêkhatin bû sedemê gengeşeyek din. Heta gelek kesan got dê hukumet biruxe û wê ev jî bi înqilabek leşkerî pêkwerê.
Gelek siyasetmedarên Tirk hewara xwe gihandin darbeyek leşkerî. Heta radeyekî rihê 12ê Îlona 1980ê cardin geş bû. Di parlementoyê de hinek parlementeran vekirî daxwaziya darbeyek leşkerî kirin.
Li Tirkiye tevliheviyek çêbû, li Bakurê Kurdistanê tirsa xetimandina pêvajoyê peyda bû. Di vê rewşê de dezgehê lêkolinê yê GENARê lêpirsînek pêkanî.
Li gora vê lêpirsînê encama hilbijartinên parêzgeha di meha Adaraa 2014ê pêkwerê dengên ku partiyên siyasî bistînin dê çewebe?
Encamên Lêpirsînê:
Ak Parti: % 50.8
CHP: % 27.1
MHP: % 12.8
BDP : % 6.5