Balafira Îsraîlî bi lezgînî daket balefirxaneya Antalya lê sotomenî nedanê!
Balefireka rêwiyan a Îsrailî ji ber nexweşiya rêwiyê xwe li Balafirgeha Antalyayê bi awayekî awarte daket. Piştî ku nexweşê bi navê Sharon Nevo hat xwarê, balafirê firîna xwe berdewam kir. Di çapemeniya Îsraîlê de hat îdiakirin ku rayedarên Balafirgeha Antalyayê nexwestin sotemeniyê bêxin balafirê.
Li gor nûçeya AAyê bûyer di demjimêrên êvarê de pêk hat. Balafira aîdî Rêhewaya El Al a Îsraîlê ku ji Varşovaya Polonyayê rabû, ji ber nexweşiya rêwiyê bi navê Sharon Nevo li Balafirgeha Antalyayê daket. Piştî ku rêwî Sharon Nevo ku nexweşiya bêhnê pê re hebû ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve hat rakirin balafirê sefera xwe berdewam kir.
Çavkaniyan der barê balafira El Al a ku li Antalyayê daket got, “Ji ber rêwiyê nexweş destûr hat dayîn ku balafir bi lezgîn dakeve. “Diviyabû sotemenî ji balafirê re bihata dabînkirin ji ber sedemên mirovî, lê ji ber ku proseya têkildar ber bi dawîbûnê ve diçû, kaptan biryar da ku bi rizamendiya xwe derkeve.”
Di hin nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hat îdiakirin ku rayedarên Balafirgeha Antalyayê ji ber ku şirketa hewayê ya Îsraîlî bû nexwestin sotemeniyê bidin balafirê. Balefir piştî ji Antalya rabû li Rodos a Yunan danî ,sotemeniya xwe wergirt û çû Îsrail. Her çikas rayadarên balefirxaneya Antalya vê yekê red dikin, lê li gora bûyerê dixweyê ku wan sotemenî nedane balefira Îsrailî.