CîhanRojev

Esad dixwaze têkiliyên xwe bi Tirkiyê re baş bike

Rûsya dibe qasidê her du aliyan

Serokê Sûriyê Beşar Esad dixwaze bi Tirkiyê ra têkiliyan çêke û navbera her du welatan asayî bike weha got: ” Li ser esasê têkoşîna li dijî terorê û rêxistinên terorê bi serweriya xwe ya li ser tevahiya axa welêt Sûriye ji hemû însiyatîfa têkiliyên Sûriye-Tirkiyê re vekirî ye”.

Serokê Sûriyê Beşar Esad, di hevdîtina xwe ya bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Alexander Lavrentiev re têkildarî têkiliyên Sûriye û Tirkiyê daxuyanî da. Di nûçeya ajansa rejîma Sûriyê SANA de hat diyarkirin ku Esad bi Lavrentiev re hevdîtin kiriye.

“Sûriye ji hemû Înîsiyatîfan re vekiriye” Li gorî nûçeyê, Esed di hevdîtinê de gotiye, “Sûriye ji hemû însîyatîfêm di derbarê têkiliyên Sûriye-Tirkiyê yên li ser bingeha têkoşîna li dijî terorê û rêxistinên terorîst vekirî ye”. Li aliyê din Lavrentiev diyar kiriye ku ew piştgiriyê didin hemû însiyatîfên têkiliyên Tirkiye-Sûriyê û gotiye, “Em dibînin ku ji her demê zêdetir ji bo serketina qasidiyê şert û merc guncawtir in. Rûsya ji bo pêşdebirina danûstandinan amade ye bixebite. Armanc ew e ku di têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyê de serkeftin çêbibe”.

Back to top button