Polîtîk
Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pakij û dûr ji destêwerdanê dikin
Serok Barzanî bi minasebeta kifşkirina roja hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê daxûyaniyek da.
Serok Barzanî didaxûyaniya xwe de dibêje: “Ez bi boneya destnîşan kirina roja hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê a li 20 cotmeha 2024rê, destxoşiyê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim, piştevaniya encamdana hilbijartineke şefaş û dûr ji derstwerdan dikim.”
Serok Barzanî herwaha dibêje: “Em daxwaz ji aliyên siyasî dikin ku rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û bi berpirsyarî hevkariyê bikin da ku proseyeke demokratîk bi ser bikeve û aramî û pêkve jiyanê biparêzin.”