Mark Rutte bû sekreterê giştî yê NATO yê
Piştî ku yekane hevrikê wî, Serokê Romanya Klaus Iohannis, ragihand ku ew dev ji pêşbirka serokatiya NATO yê berdide, serokatiya Mark Rutte fermî bû.
Hevpeymanên NATO yê serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wek sekreterê giştî yê xwe destnîşan kirin. Rutte wê şûna Jens Stoltenberg bigire. Stoltenberg cîhgirtê xwe Rutte wek ‘rêberekî bihêz’ bi nav kir.
Tê payîn ku Rutte di 1ê Cotmeha 2024an de bibe Sekreterê Giştî yê NATO yê.
Rutte di 7ê Tîrmeha 2023an de piştî ku hikûmeta koalîsyonê ya li Hollandayê hilweşiya, îstifa kir û ragihand ku heta hikûmeta nû ava bibe ewê erka xwe ya serokwezîrtiyê bidomîne û piştre dev ji siyaseta aktîf berde.
Piştî eşkere bû ku erka Stoltenberg demek din nayê dirêjkirin, Rutte namzetiya xwe ya ji bo Sekreterê Giştî yê NATO yê eşkere kir. Stoltenberg berê gotibû ku ew Rutte wek berendamekî ‘pir xurt’ ji bo serokatiya NATO yê dibîne.
ENQERE JÎ PIŞTGIRÎ DIKE
Tirkiye di nav welatên dawîn de bû ku piştgiriya xwe ji Rutte re ragihand û destnîşan kir ku divê sekreterê giştî yê nû helwesta hevseng û hestiyar a Stoltenberg bidomîne. Piştî ku Rutte di dawiya meha Nîsanê de çû Stenbolê û bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir, Enqereyê piştgiriya xwe ragihand.