Ji Rûsya xwest peymana li gel Kurdistanê raweste
Malikî Divê Gazprom peymana xwe ya Kurdistanê rawestîne
Serok Wezîrê Iraqê Nûrî Malikî li hevpeyvîneke li gel Ajansa Interfaks de ragihand ku Bexda ji şîrketa Gazprom Neft dixwaze heta li Iraqê yasayeke nû neyê wergirtin karê xwe yê li Kurdistanê rawestîne. Her wiha got ku di demeke nêzîk de li Iraqê wê yaseyeke nû ya di derbarê petrol û gazê, her wiha karên şîrketên biyanî di vî warî de wê derkeve.
Malikî ji pêwendiya Kurdistan û Tirkiyê jî neraziye
Malikî li vê hevpeyvîna xwe de nerazîbûna xwe li hember peymana di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de derdibre û dide zanîn ku peymana di navbera Enqere û Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) serxwebûna Iraqê têkdide. Li gor vê peymanê, çekdarên PKK wê derbasî Kurdistana Iraqê bibin. Ji ber wê yekê Iraq ji vê peymanê neraziye.