Cîhan

Derhênera jin a Îranî di girtîgehê de hat kujtin

Derhênera Sînemayê Bahare Lellehî, ku li Îranê hatibû girtin, di girtîgehê de hat qetilkirin û bêyî ku malbata wê pê agahdar bibe, li goristana Beheş Sakîne ya parêzgeha Kerecê hat veşartin.

Li gor rapora Saziya Tawana, derhênera sînemayê Behare Lellehî, ku di xwepêşandanên Jîna Mahsa Emînî de li Îranê hatibû girtin, di girtîgehê de hat kujtin û bêyî haya malbata wê jê hebe li goristana Beheş Sakîne ya parêzgeha Kerecê hat veşartin.

Derhênera ku piştî xwepêşandanên Jîna Mahsa Emînî ya sala 2022an ji ber çalakiyên xwe 10 rojan hatibû binçavkirin, di sala 2023an de carek din hat binçavkirin û bi mehan agahî jê nehat girtin.  Li gorSaziya Tawana, serlêdanên malbata derhêner Bahare Lellehî yên ji bo aqûbeta keça xwe bê bersiv mane.

Bahare Lellehî ya temen 40 salî, di karê xwe yê hunerî de endama jûriya festîvalên kurtefîlman û festîvalên sînemaya ciwanan bû û di van salên dawiyê de jî mamosteya Komeleya Sînemaya Ciwanên Îranê û herwiha Akademiya Sînemaya Sure bû.

Back to top button