Civak

Serok Barzanî: Biryara vegerandina kursiya Patriyerkê Kildanî gaveke rast û guncayî ye

Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê li tora medya civakî “X” de daxûyakirin ku; Biryara vegerandina kursiya Patriyerkê Kildanî yê Iraq û cîhanê, gaveke rast û guncayî ye û ez destxweşiyê li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikim.”

Ev piştî wê tê, li gorî biryareke Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, desthilata çavdêriya dêrên Kildanî vegeriya ji kardînal Luîs Sako, ku berê xwediyê wê desthilatê bû.

 Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd Tîrmeha borî bi biryareke komarî, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako, hilweşandibû. Piştre jî Sako Bexda bicih hîşt û berê xwe da Hewlêrê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button