Îdiaya parlementerê CHPê ya ku pir tê axaftin: Endamên PYDê sinor de bi wesayetên fermî tên derbaskirin?
Di derbarê skandala qaçaxçîtiya mirovan a li ser sînorê Sûriyê, ku bû sedema xanenişînkirina generalekî de, geşedaneke nû rû da. Parlamenterê CHP’ê yê Çanakkaleyê Ozgur Ceylan, îdiayeke ku gelekî tê axaftin anî rojeva parlementoyê. Parlementerê CHPê Ceylan pirsî: “Gelo îdiayên ku dibêjin hin Sûriyeyiyên îllegal ên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin, girêdayî PYDê rêxistina terorê ne rast in?”
Qaçaxçîtiya mirovan a bi wesayîta fermî ya fermandarê tugayê yê li Sûriyeyê wezîfedar bû, weke bombeyekê ket rojevê û serfermandarê bûyerê xanenişîn bû. Derbarê vê skandalê de Parlamenterê CHPê yê Çanakkaleyê Ozgur Ceylan xwest lêkolîn bê kirin ka hin ji Sûriyeyiyên hatine revandin girêdayî PYDê ne yan na.
Xalek ji sinorê navbera Suriye û Tirkiye
Li rûniştinekî Meclisa Tirkiyeyê niqaşên li ser Qanûna karmendên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û Pêşnûmeya Guhertina Hin Qanûnan bi dawî bûn. Parlementerê CHP’ê Ceylan dema gotubêja parlementoyê de mafê axaftinê girt, der barê bûyera ku meha borî derketibû holê de der barê “bazirganiya mirovan a personelên Hêzên Çekdar ên Tirk li sînorê Ruhayê” de îdîayeke nû anî ziman.
Ceylan got ku, bi weseyeta fermî ya generalekî di qada sinor de qaçaxtiya mirovan dibe . Polisan hinek kes di weseyeta Generalekî Tirk de girtin. Ceylan îdia dike ku ew kesên hatin girtin endamê PYDê ne. Ceylan di axavtina xwe de dibêje: Ezê pirsekî bikim, gelo ew kesên hatîn girtin endamê PYDê ne yan na?