Cîhan
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Hindistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo serkeftina di hilbijartinan de pîrozbahiyê li Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Em hêvîdar in ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Hindistanê berdewam bin.
Di 19-04-2024 de, bi milyonan kes li Hindistanê çûn ser sindoqan. Hilbijartin 44 rojan berdewam kir û di heft qonaxan de bi dawî bû; 01-06-2024 roja dawî ya dengdanê bû.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê Rajiv Kumar roja Duşemê got: “Me rekora cîhanê şikand. Li Hindistanê 642 milyon kesan deng da. Ev ji bo me hemûyan demeke dîrokî ye.”