Cîhan
Çîn: Emê alîkariya avadaniya Filistînê bikin
Serokê Çînê Xi Jinping ragihand ku ewê alîkariya
Di derbarê Filistînê de ji Serokê Çînê Xi Jinping daxuyaniyek balkêş hat. Xi li Pekînê di 10 emîn Konferansa Wezîran a Forûma Hevkariya Çîn-Welatên Erebî de axivî û diyar kir ku wê Çîn ji bo kêmkirina qeyrana însanî ya li Xezeyê piştgirîya xwe bidomîne.
Xi got: “Em piştgiriya avakirina Filistînek serbixwe dikin. Emê hewl bidin ku endamtiya dewleta serbixwe ya Filistinê di Neteweyên Yekbûyî de bê cîh”.
Xi da zanîn ku piştî pevçûnên li herêmê wan fikra piştgiriya avakirina herêmê pejirand û got ku wê piştgiriya darayî ji herêmê re bê kirin. Xi da zanîn ku ewê 3 mîlyon dolar alîkarî bidin Ajansa Alîkarîya Penaberên Filistînî.