Civata wezîran dê çar xalan gotûbêj bike
Bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serpereştiya civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kir.
Di xala yekem de raporta Serokê Komîteya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa niha ya navçeyên Kurdistanî hatiye pêşkêşkirin.
Di xala duyemîn de, rapora li ser nexşeyên pêvekirî ya Qanûna Budçeya Giştî ya Federal a salên 2024-2025’an ku di civîna awarte ya Meclîsa Wezîran a Federal de hatî qebûlkirin, hat pêşkêşkirin.
Di beşa sêyem de behsa raporta Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya li ser pêşvebirina piştgiriya ji bo projeyên biçûk û navîn ên ciwanan tê kirin.
Di xala çarem de jî raportek li ser rêyên sereke yên navbera bajarên herêmê û hatinûçûna kamyon û tankeran bi taybet di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de tê gotûbêjkirin.