Polîtîk

Demîrtaş: Stûyê me natewe, çongên me naşikin

Selahattin Demirtaş bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê da û got: “Heger bi dewletê bimîne wê me hemûyan bişîne serê çiyê û çekan têxe destên me, bi me re şer bike û me bikuje”. Demîrtaş anî zimên ku ewê venegere siyaseta aktîf lê wê xeletiyan rexne bike.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku di Doza Kobanê de 42 sal ceza lê hat birîn, bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên rojnamevan Mûrat Sabuncu ê T24ê. Demîrtaş got hemû siyasetmedarên Kurd en ku cezayên giran li wan hatiye birîn, alîgirên aştiyê ne û got: “Ji ber ku ez hatim cezakirin, ez nabêjim ‘piştî min her tişt tofan e’. Heta ku çareseriya demokratîk û aştiyê pêk bê, emê dudilî nemînin û ezê piştgiriyê bikim”.  Demîrtaş, da zanîn ku ew plana vegera siyaseta aktîf nake, lê ew dikare binivîsîne û got: “Yek ji sedemên ku min dev ji siyaseta aktîf berda, ew tîkên siyasî yên ku min behs kir, in û mixabin heta niha jî di hinek rewşan de ev tîk û qîmet tên dîtin. Ezê bi zelalî rexne li her kesê ku di siyasetê de xeletiyan bike û gel ji xwe re esas negire bikim. Divê êdî her kes ji vê re amade be”.

Demîrtaş di derbarê biryara dadgehê de got:

“Biryara ku dadgehê eşkere kir, bi salan berê ji aliyê hikûmet û hevkarên wê ve hat dayîn û gelek caran li qadên mîtîngê hat ragihandin. Lijneya cezayên giran ên li dadgehê biryara ku ji aliyê siyasî ve hatiye dayîn tenê bi pêkanîna erkek fermî xwend. Me di hucreya xwe de di televizyonê de li biryarê temaşe kir. Ev ji bo me û ne sosret bû. Me berê jî pêşbînî kiribû, em di her warî de amade bûn. Me bi hêz û moral pêşwazî kir. Em ji bo gel bi hemû hêza xwe li ber xwe didin, em moralê xwe jî ji gelê xwe digirin. Divê kes xemê nexwe; Wê stûyê me netewe û çongên me neşikin. Çawa gelê me li ber xwe bide û bi rûmet e, emê jî layiqî wan bin û tu carî gelê xwe şermezar nekin”.

Demîrtaş di derbarê helwesta dewleta Tirk de jî axivî û got:

“Komara Tirkiyê têkoşîna Kurdan a di siyaseta demokratîk de û xurtkirina wan a bi vî rengî ji çûna çiyê û kirîna çekan xetertir dibîne. Dewlet her tim şer û tundî ji siyasetê re tercîh kiriye û îro jî ev feraset neguheriye. Ji ber di wê baweriyê de ye ku bi şer dikare Kurdan tune bike, lê di wê baweriyê de ye ku ji aliyê siyasî ve ne mimkûn e. Ji bo vê jî her tim siyasetmedarên Kurd wek xeteriyek mezin dihesiband û bi tundî êrîşî wan dikir. Heger bi destê dewletê bûya, tercîh dikir ku em hemû herin çiyê, çekan hilgirin, bi me re şer bikin û me bikujin. Lê me siyaseta demokratîk a aştiyane tercîh kir, ji ber em fikirîn ku bi çekan çareser nabe. Lê ji aliyê dewletê ve siyasetmedarên Kurd, yên ku diçin çiyê, pisîk û mirîşkên wan jî terorîst in, hemû wek hev in û divê bi awayekî bên tunekirin. Heta ku ev zihniyet neguhere, pirsgirêka mafên Kurdan çareser nabe”.

Back to top button