Îmamoglu: Mehkûmkirina Demîrtaş û Ahmet Turk tu tiştî ji vî welatî re nayne

Mehkûmkirin û cezakirina Selahattin Demirtaş hem li Kurdistan û Tirkiyê û hem jî di qada navnetewî de raserî bertekan hat. Her çiqasî rêya temyîzê jê re vekirî be jî, biryar siyasî ye û bi vê yekê ji bo Kurdan astengkirina siyaseta legal tê xwestin.
Di vê derbarê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bêdeng nema, mehkûmkirina Demirtaş û Ahmet Turk şermezar kir û di derbarê doza Kobanê û siyasetmedarên Kurd de axivî.
Îmamoglu, anî zimên ku ev biryar li ser bingehên siyasî hatiye dayîn û got: “Mehkûmkirina Demîrtaş û Ahmet Turk tu tiştî ji vi welatî re nayne”.
Îmamoglû got, heta ku biryarên di dozan de li ser bingehên siyasî bin, wê tu kes ne rehet be û weha got: “Li vî welatî bi taybet di demên borî de gelek cezayên siyasî hatin dayîn. Em li pişt biryarên cezayên siyasî yên îro hatin girtin, hatin darizandin û cezakirin. Navê wan Selahattin Demirtaş be, Ahmet Turk be jî ev mehkûm kirin tiştekî nade vî welatî. Bi vê kiryarê mirov ji bo vî welatî tiştekî bi dest naxe”.


