Li Tirkiye pêwistiya destûrek nû!
Vê qonaxa ku, gotubêj li ser çêkirina Destûrek nû ya Bingehîn têne kirin, rapirsînek li 26 parêzgehan ji aliyê Asal Research ve hat kirin. Di rapirsînê de ji welatiyan hat pirsîn: “Gelo li gor we makezagoneke nû pêwîst e?” Ji sedî 58,3ê kesên ku bersiva vê pirsê dane, gotine “Erê”. Ji sedî 41,7 jî nêrîna xwe “Na” anîn ziman.
Ev yek jî dide xûyakirin ku, Tirkiye civat pêvajoyek gelek balkêş de derbas dibe. Dema behsa destûrek nû tê kirin, tirsek dikeve di zikê civata Tirkiye de û dibêjin ka gelo dû ji bo Kurda tiştek hebe yan na.
Gerek di vê pêvajoya ku behsa çêkirina Destûrek nû tê kirin de, Kurd tevî dam û dezgehên xwe rabin li ser pîyan û bitekoşin ku, mafên wan jî di destûrê de cih bigre. Heta nasnama Kurdî di destûrê de neyê danîn, behskirina gotinên wek demokrasî, wekhevî û edaletê ji bo Kurda tu wateya wê tuneye û kisetên valene. Eger hinek bi navê Kurda van gotinan bêxin pêşîya nasandina nasnanameya Kurdan ew xiyaneta herî mezin e li neteweya Kurd dikin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di mehên dawî de bi daxuyaniya xwe ya ku gotibû “Di mijarên ku pêwîstiya wan bi guhertina makeqanûnê heye de divê li Meclisê lihevkirineke berfireh bê avakirin. Ez diyar dikim ku pêwîstiya welatê me bi Makezagoneke nû heye.”
Niyeta Erdogan çibe bila be, gerek Kurd vê yekê bi awayek erênî pêşwazî bikin û bi hemû imkanên xwe doza cihgirtina mafên xwe di Destûrê de bikin û ji bo wê jî rabin ser pîyan û bi rêyên demokratik û diyaloge tekoşîna xwe bidin.