Civak
Di meha Nîsanê de 32 jin hatin qetilkirin
Yek ji welatên ku herî zêde jin lê tên kujtin Tirkîye ye. Li gor rapora Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha Nîsanê de 32 kujtinên jinan û 13 mirinên bi guman pêk hatine.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin Rapora Daneyên Nîsana 2024an eşkere kir. Li gor raporê di Nîsana 2024an de 32 kujtinên jinan û 13 mirinên bi guman ên jinan pêk hatine. Di vê mehê de ji sedî 59ê jinan ji aliyê zilamê ku pê re zewicîne hatine kujtin. Her weha ji sedî 56ê jinên ku di vê mehê de hatine qetilkirin li malên xwe hatine kujtin.
Di raporê de hat gotin: “Ji 32 jinên ku hatine qetilkirin 10 jin bi hinceta ku dixwazin li ser jiyana xwe biryarê bidin, wek daxwaza berdanê, redkirina zewacê, redkirina têkiliyan hatine qetilkirin”.