Cîhan

Amerîka: Hevkariya me ligel Iraqê stratejîk e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got: “Hevkariya me bi Iraqê re hevkariyek stratejîk e”.

Komîsyona Bilind a Hevahengiya Iraqê û Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken civiyan.

Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken ligel Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Plandananê Mihemed Elî Temîm civînek li dar xist. Berî civîna komîteyê, serokwezîr Sûdanî û Blinken serê sibê hevdîtinek pêk anîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Mihemed Elî Temîm re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Blinken di civina çapemeniyê da axivi û got: “Serdana Serokwezir Muhammed Şia Sûdani ji bo xurtkirin û pêşxistina peywendiyen di navbera welatan de gaveke girîng e. Em bi mazûrvaniya Serokwezir Sûdani û heyeta Iraqe ya li Washingtonê kefxweş in”.

Blinken herweha got: “Me bi Sûdanî re baş li hev kir. Hevkariya me ya bi Iraqê re stratejîk e û têkiliyên DYA û Iraqê yên stratejîk hene”.

Blinken diyar kir ku sektora sermayeguzariya Amerikayê ji bo bazirganiya li Iraqê eleqedar e û anî zimên ku Amerîka bi serkeftina Iraqê ya di warê aborî, veberhênan û enerjiyê de kêfxweş e”.

Back to top button