Cîhan
Kristalina Georgieva dîsa bû seroka IMF

Hat ragihandin ku Kristalina Georgieva dîsa wek Seroka Fona Pereyan a Navnetewî (IMF) hat hilbijartin.
Di daxuyaniya IMF de hat diyarkirin ku Lijneya Rêveberiyê Georgieva ji 1ê Cotmehê pê ve ji bo 5 salan cara duyemîn wek seroka IMF yê hilbijartiye.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Georgieva di dema erka xwe de “bi hêz û bilez” li hember gelek qeyranên mezin ên cîhanê helwest girtiye û xizmetek baş ji IMF re kiriye.
Georgieva jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wek serok hilbijartina wê ji bo wê serbilindî ye.
Georgieva ku hemwelatiya Bulgaristanê ye, ji sala 2019an û vir ve seroka IMF ye.
Georgieva berê li Banka Cîhanî û Komîsyona Ewropî di peywirên cihê de xebitiye.


