Cîhan

Welatên G7ê êrîşên Îranê şermezar kir

Welatên G7ê di ragihand ku ew êrîşên Îranê yên li ser Israîlê bi awayekî tund şermezar dikin û daxwaz dikin her du alî rewşê zêdetir aloz nekin.

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê Charles Michel got ku, “Me wek welatên G7ê êrîşên Îranê yên li ser Israîlê şermezar kir, êrîşên wiloa heta niha li ser Israîlê nehatine kirin. Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku xwe ragirin. Emê ji bo aramkirina rewşê, bidawîanîna qeyrana Xezeyê û ragihandina agirbestê berdewam bin”.

Serokê Civata Yekîtiya Ewropayê amaje bi wê yekê kir ku wê  “heftiya bê Civata Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa Rojhilata Navîn bicive”.

Back to top button