Cîhan

Wezîrê Brîtanî: Enfal di dîroka mirovahiyê de rûpelek tarî ye

Wezîrê Brîtanya yê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Lord Tarik Ehmed, teqez kir ku operasyona Enfalê tawanek mezin e ku di navbera salên 1986 û 1989an de li dijî gelê Kurd hatiye kirin.

Wezîr Ehmed bi boneya 36. salvegera Komkujiya Enfalê peyamek weşand. Wezîrê Brîtanî di peyama xwe de amaje bi tawanên rejîma berê ya Baas a li dijî gelê Kurd kir û teqez kir ku operasyona Enfalê tawanek e ku di navbera salên 1986 û 1989ê de li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din li Herêma Kurdistanê pêk hatiye û di dîroka mirovahiyê de rûpelek reş e.

Tarik Ehmed, amaje bi wê yekê jî kir ku di operasyona Enfalê de zêdeyî 100 hezar kes bi darê zorê koçber bûne û 4 hezar gund hatine wêrankirin û got:“ Kiryara herî bi nefret a operasyonê kîmyabarana Helebçe ya sala 1988ê bû“.

Wezîrî Brîtanî bi bîr xist ku roja 16.03.2024ê karmendên Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê ji bo bîranîna şehîdên kîmyabarana Helebçeyê, teqezî li ser biryara dewleta xwe ya ji bo piştgiriya aştî, aramî û bexteweriya Herêma Kurdistanê kiriye.

Back to top button