Îdia: Kabîneya Şer a Îsraîlê li ser bersivdayîna êrîşa Îranê li hev nekir !

Hat îdiakirin ku di navbera endamên Kabîneya Şer a Îsraîlê de li ser çawa û kengê bersiva êrîşa Îranê nakokî hene.
Kabîneya Şer a Îsraîlê di civîna xwe ya dohî de ku li avahiya Wezareta Berevaniya Îsraîlê ya li paytext Tel Avîvê pêk hat, bersiva Îranê nirxand.
Kanal 12 ya Televîzyona li Îsraîlê di nûçeya xwe de, îdiakir ku, di civînê de li ser pêwîstiya bersivdayîna Îranê lihevkirinek çêbûye, lê belê bêyî ku li ber çavan bê girtin, ev yek dê çawa û kengê pêk were, lihevnekirin.
Hat ragihandin ku endamên Kabîneya Şer Benny Gantz û Gadi Eisenkot ji bo êrîşa 13’ê Nîsanê ya Îranê daxwaza bersiva lezgîn dkirine, lê ev pêşniyar hatiye redkirin.
Hat destnîşankirin ku di nav kabîneya şer de du dîtinên cuda hatine rojevê. Hinek difikirin ku tolhildan divê “kurt, bilez û rû bi rû bi çav bi çav” be û hinek din jî “difikirin ku divê bersivek tund bi bendewariyê were dayîn. Plansaziyek baş çêbikin û bersivek xurt bidin.”
Di nûçeyeke berê ya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hatibû îdiakirin ku “bersiva êrîşên Îranê di kêliya dawî de hat terikandin.”
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku piştî pêwendiya telefonî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Joe Biden, hikûmeta Îsraîlê “di kêliya dawî de dev ji bersivdayîna êrîşên Îranê berda.”


