Serok pêşwaziya rêberê giştî yê Tevgera Îslamî kir
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir
Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Îrfan Elî Ebdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî û şanda li gel kir.
Li destpêka hevdîtinê de Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û destxweşiyê li Serok Barzanî kir ku kariye berengariya wan hemû hewlan bibê ku armanca wan ziyangihandin bûye bi mafê rewayên gelê Kurdistanê û bi sedema pêdagiriya rêzdar ve çendîn destkeftên girîng ji bo Kurdistanê pêkhatine û Herêma Kurdistanê pêgehekî yasayiya girîng li destûra Iraqê da mîsoger kir.
Di derbarê rola Serok Barzanî ya li parastina Herêmê da, Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî got: Bergirîkirina cenabê we bû ku bûye sedema mayîna Pêşmerge û komek destkeftên gelek girîng ji bo gelê me mîsoger kirin.
Her wiha behsa hewl û pêdagiriya Serok Barzanî ya ji bo bi parêzgeh kirina Helebçe û her wiha piştevaniya tevgera îslamî jî ji bo parastina asayîş û tebayî û pêşketinên Herêmê derbirî.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî û şanda pê re, tekez li ser wê yekê kir ku parastina aramî û pêşketina Kurdistanê erkê me hemûyane û nabê bi tu awayekî rê bi tundiyê bidin, ji ber ku tundî bi her awayî bê dibê sedema têkdana asayîşa civakî.