Polîtîk

Em piştgiriyeke tam didin wê pêngava Barzanî

Serok Barzanî berî niha nameyek ji aliyên siyasî yên Kurdistanê re şandibû û ji wan xwestibû ku têbiniyên xwe yên derbarê destûrê de jêre bişînin, piştî ew têbînî û pêşniyar gehiştin Barzanî, wî jî doh şandin ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re daku wan gotûbêj bike.

Piştî vê hewldanê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih jî doh kêfxweşiya xwe ji bo vê pêngava Mesûd Barzanî nîşan da û got: ‘’Em wê pêngava Serokê Herêma Kurdistanê girîng dibînin.’’

Berhem Salih wiha axifî: ‘’Wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, em wê pêngava Birêz Serokê Herêma Kurdistanê giring dibînin, bilind dinirxînin û bi temamî piştgîriya wê dikin. Herwiha wek erkekî Kurdistanî em radighînin ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hevkarîkirina Birêz Serokê Herêmê û Birêz Serokê Parlamentoyê dê ji bo biserxistina wê prosesê ku biryar li ser hatiye dayîn hevkar be.’’

Berhem Salih axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em daxwazeke dilsozane ji hemî aliyên siyasî yên Kurdistanê, çapemenî û rojnamevanên Kurdistanê dikin ko bi berpirsyarî li vê firsetê binêrin û digel serokatiya herêmê û serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî hevkar bin.’’(Bas)

Back to top button