Cîhan

Peywendiyên Hewlêr û Amerîkayê

 Îran û Îraq zixtan li Amerîkayê dikin ku hêzên xwe ji Îraqê vekişîne û terka Îraqê bike. Serdema vê yekê ev e ku bi vekişîna Amerîkayê Kurd bi tena serê xwe bimînin û Îran bi alîkariya Hikûmeta Bexdayê desttêwerdanên xwe yên di nav kar û barên Herêma Kurdistanê de zêdetir bike, destkeftîyên Herêma Kurdistanê ji holê rake û cîh li PDK û Barzaniyan tengtir bike. 

Di vê derbarê de, ango di derbarê pêşeroja Kurd û Amerîkayê de pisporê siyaseta derve yê Amerîkayê Justin Russell, dîtinên xwe anîn zimên û ragihand ku Herêma Kurdistanê xwediyê pêgehek taybet e û wê di pêşerojê de pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê hîn bihêztir bibin.

Justin Russell, ji Kurdistan24ê ku hevpeymaniyek demdirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye û ev yek bi taybet di serdema DAIŞê de xwe nîşan da. Justin Russell got: “Rewşa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê niha di qonaxa herî krîtîk de ye. Gelê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge, Amerîka wek dost û wek hevpeyman dibîne. Ev jî wê di serdana Sûdanî ya Washingtonê de jî derkeve holê”. 

Russell diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim girîngiyê dide Amerîka û gelê Amerîkayê û gelê Amerîkayê jî vê rastiyê dizane. Justin Russell herweha got ku pêşeroja Iraqê girêdayî çarçoveyek berfireh e ku Herêma Kurdistanê tê de rolek berfireh bilîze û herwiha peywendiyên baş li gel Herêma Kurdistanê hebe.

 

Back to top button