Cîhan

Îdia: Dibe ku her gavê Îran êrîşê Îsrail bike!

Medya Amerîkayê îdia kir ku Îran û alîgirên wê dikarin li dijî Îsraîlê êrîşeke mûşekî pêk bînin. Di nûçeyên ku,li ser çavkaniyên îstîxbaratê hatî  ragihandin de, îdia dike ku her gavê Îran dikare êrîşê Îsrail bike.

Kanala televîzyonî ya Amerîkî Bloomberg, di nûçeya xwe ya li ser raporên îstixbaratê de, ragihand ku dibe ku Îran an grûpên ku Îran piştgirîya wan dike, êrîşeke mûşekî ya mezin li ser Îsraîlê bikin.

Hate gotin ku, êrîş di her kêliyê de dibe pêk were û hat îdiakirin ku dê xalên leşkerî yên li Îsraîlê bibin armanc.

Lig ora tê gotin, Îran di êrîşa xwe de fşzeyên balîstik an jî balafirên bêmirov bikar bîne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden diyar kir ku li hemberî gefên Îranê yên li dijî Îsraîlê, ew ê pişgiriyek bê sinor bidin Telavîvê.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îsraîlê KAN, Gallant li bakurê Îsraîlê bi leşkerên welatê xwe re hevdîtin kirin û ihtimala ku Îran êrîş bike nirxandin.

Gallant diyar kir ku li gelek eniyan êrîş li ser wan hatine vekirin û got:”Ew dizanin ku li her devera Rojhilata Navîn ku lê bin, li dijî wan kesên ku êrîşî xaka Îsraîlê bikin, bi awayekî lezgîn bersivê wan bê dayîn.”

Gallant got: Bersiva Îsraîlê dê pir bi bandor be, û yek ji wan tiştan ku em di van salan de bi ser ketine ev e ku dijmin qet nizane ku em çi surprîzan ji wan re amade dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X de diyar kir ku eger ji xaka Îranê êrîşek li dijî Îsraîlê bê kirin dê bersivê bidin û vî welatî bikin armanc.

Îsraîl xwe ji bo tolhildana muhtemel ji Îranê re amade dike piştî ku rêberê Muhafizên Şoreşê Muhammed Riza Zahidî di 1ê Nîsanê de di bombebarana balyozxaneya Şamê de, paytexta Sûriyê, hat kuştin.

Back to top button